Trump di salvegera serdegirtina kongreyê de banga serhildanê kir!

.

 Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, di salvegera serdegirtina avahiya Kongreya Amerîkayê de ku 6ê Çileyê 2021ê ji aliyê alîgirên wî ve pêk hatibû, banga serhildanê li alîgirên xwe kir.

Trump îro 6ê Çile di salvegera serdegirtina kongreyê de, axaftina xwe ya li devera Mar-a-Lago ya Florîdayê betal kir û li şûna wê daxuyaniyeke nivîsekî belav kir.

Trump di daxuyaniya xwe de, neçarkirina derziya koronayê û tedbîrên li hember vîrusê rexne kirin û bang li alîgirên xwe kir, serî hildin.

Hêjayî gotinê ye, alîgirên Trump piştî hilbijartinên seroktiyê yên 3yê Mijdara 2020an ku bi ser neketibû, li nêzîkî avahiya Kongreyê mîtingek li dar xistibû û piştre 6ê Çileyê 2020an jî alîgirên wî bi ser avahiya kongreya Amerîkayê de girtibûn.

Siyaset Haberleri

Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin
Serokê Diyarbakirsporê hat girtin: Xwe wekî 'karmendê MÎTê' da naskirin
Mesrûr Barzanî û Heval Ebûbekir li ser şewatên li Silêmaniyê axivîn
Rafael Grossi: Me li Sûriyeyê bi tonan madeyên atomê dîtin
Sedema teqîna li avahiya Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê diyar bû