Trump: Di demek nêzîk de dê tevahîya hêzên me ji Iraqê derkevin

Trump îro pêşwazî li Kazimî dike

Serokê Amerîka Donald Trump dibêje, çûna hêzên welatê wî bo Iraqê “xiraptirîn biryar” di dîroka Amerîka de bû.

Serokê Amerîka Donald Trump li Waşingtonê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, di demeke nêzîk de hêzên Amerîka ji Iraqê derdikevin.

Hêzên Amerîka di sala 2003 de ji bo şikandina rêjîma Beis, derbasî nav Iraqê bûn û ji wê demê ve beşek ji hêzên Amerîka li wî welatî mane, lê Trump biryar daye hemû hêzên welatê xwe vekişîne.

Îro Tump bi Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî re dicive û girîngtirîn babeta civînê jî, biryardana derbarê çarenivîsa 5 hezar serbazên Amerîka li Iraqê ye.

Di beşeke din konferansa rojnamevanî de Trump got: Beşeke mezin ji hêzên me ji Iraqê derketine, tenê hejmareke kêm mane.  Min gotîye ku em ji wî şerê bêdawî derdikevin. Ji destpêkê ve nedibû em li wir bin. Bi nêrîna min ew xiraptirîn biryar di dîroka welatê me de bû. Lê belê di 3 salên dawîyê gavên baş me avêtine û me hêzên xwe kêm kirîye”.

 Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist