Trump: Derbarê petrola Sûriyê de dibe ku em ligel Kurdan tevbigerin

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku li ser mijara petrola Sûriyê, dibe ku ligel Kurdan tevbigerin. Herwiha eşkere kir ku ew tenê ji bo parastina petrolê li Sûriyê ne.

Donald Trump di civîneke çapemeniyê de diyar kir: “Em ji Sûriyê vedikişin, em tenê petrolê diparêzin. Petrol kete destê me û serbazên me jî li wir hene ji bo petrolê biparêzin.”

Trump eşkere kir: “Serbazên me li ser sînorê navbera Sûriye û Tirkiyê vekişiyane. Hejmareke mezin a serbazên me li wî sînorî hebûn. Herî dawî me hejmara wan bo 50 serbaz kêm kir, ew jî jiyana wan di metirsiyê de bû, çimkî du artêş bi niyaz bûn rûbirûyî hev bibin û serbazên Amerîkayê ku di navbera wan de bûn, metirsî li ser jiyana wan hebû.”

Serokê Amerîkayê got: “Em ji Sûriyê derdikevin û tenê bi petrolê ve eleqedar dibin, em ê piştre li ser vê mijarê jî biryar bidin. Li ser mijara petrolê, dibe ku em ligel Kurdan tevbigerin û em bibînin dê çi bibe. Lê em ji wî welatî derdikevin. Li Iraqê jî hejmareke pir hindik a serbazên me mane û em ê kêmtir bikin.”

 

Kurdîstan Haberleri

Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir