Trump derbarê Lîbyayê de Erdogan hişyar kir

Serokê Amerîkayê derbarê Lîbyayê de hişyarî da Tirkîyê.

Navenda Nûçeyan- Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro peywendîyeke telefonî encam dan.

Koşka Spî jî derbarê wê peywendîya telefonî ya Trump û Erdogan de dauxyanîyek belav kir.

Di daxuyanîyê de hatîye ragihandin ku Donald Trump, hişyarî daye Erdogan derbarê destwerdana di krîza li Lîbyayê de.

Koşka Spî ragihand, “Trump hişyarî daye Erdogan ku destêwerdanê di rewşa Lîbya de neke.”

Serokatîya Komara Tirkîyê jî aşkere kiribû, “Di pêwendîyeke telefonî de, Erdogan û Trump rewşa Lîbya û navçeyê nirxandin.”

Parlamentoya Tirkîyê îro projeyasaya şandina serbazan bo Lîbyayê qebûl kiribû.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist