Trump: Demokrat hewil didin ku hilbijartinê bidizin

.

 

Serokê Amerîka Donald Trump got ku Demokrat hewil didin ku hilbijartinê ji wî “bidizin”.

“Ger hun dengên qanûnî bihejmerin, ez bi hêsanî serketî dibim,” Trump got.

Trump di preskonferansa kurt ya li Qesira Sipî rexne li sîstema dengdana bi rêya postayê girt û got ku wan hember ne rêkî û sextekarî li jimareke eyaletan serî li dadgehan daye.

Trump herwiha nerazîbûna xwe ya hember sîstema jimartina dengan dubare kir û ew sîstem wek nerewa û pûçbûyî bi nav kir.

Demeke zûtir ya îro berbijarê Demokrat Joe Bidne jî daxuyanîyeke kurt da û got ku gumana wî tuneye ku ewê rikeberê xwe Trump têk bibe û serfiraz be.

Wê bang li hemî Amerîkîyan kir ku di dema jimartina dengan de aramîya xwe biparêzin.

“Ti kes ne niha, ne jî ti demeke din nikare demokrasîya me ji bistîne. Amerîka piştî pir gelek şeran û rûbirûbûna gelek dijwarîyan giheştiye vê astê.”

 

Amerîka Haberleri

Trump û Putin civîna xwe wekî ‘berhemdar’ û ‘erênî’ bi nav dikin
Elon Musk damezirandina 'Partiya Amerîkayê' ragihand
Dengên teqînan li Tehranê hatin bihîstin
Îraq, Qeter, Kuweyt û Behreynê qadên xwe yên asmanî girtin
Li Kanadayê otomobîlekê xwe da nav festîvalê: Gelek mirî û birîndar hene