Trump Dê Dijî Hin Dewletên Din Qedexeya Rêwîtîyê Ragihîne

Serokê Amerîka Donald Trump li Foruma Aborî ya Cîhanê ya li Davosê dîyar kir ku ewê dijî hin dewletên din qedexeya rêwîtîyê ragihînin.

Navenda Nûçeyan- Trump da zanîn ku ewê qedexeya nû di demeke kin de destpê bike lê wî negot ku di lîsteyê de kîjan dewlet hene.

Medya Amerîkî dibêje ku rêvebirîya Trump dê dijî Erître, Belarus, Qirgizistan, Myanmar, Nîjerya û Sudan û Tanzanya qedexeya rêwîtîya ber bi Amerîka ve ragihîne.

Trump di sala 2017’an de dijî 7 dewletan qedexeya rêwîtîyê ragihandibû lê dadgeha federal ew biryar red kiribû.

Di sala 2018’an de, Dadgeha Qanûna Bingehîn rê li ber biryara Trump ya ser qedexeya rêwîtîyê vekiribû.

Bo Îran, Îraq, Lîbya, Somalî, Sudan, Sûrîye û Yemenê qedxeya rêwîtîyê ya ber bi Amerîka ve dewam dike.

Dengê Amerîka

 

 

Amerîka Haberleri

Serok Barzanî di salvegera Referandumê de: Dengek ji bo dîrokê û bîranînek ji bo nifşan
CENTCOM: Me 5 keştiyên petrolê yên Îranê teqandin
Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên