Trump bo Nexweşên Korona Destûra Dermankirina bi Rêka Plazma Radigihîne

Serokê Amerîka Donald Trump bi preskonferansekê dîyar kir ku FDA, ku daîreya berpirs ya dermanen e, destûr daye ku nexweşîya vîrusa korona bi rêka plazma were tedawî kirin.

Trump da zanîn ku rêjeya serketinê ya bi rêka plazma ‘’pir bilind e’’

‘’Bi saya xebata zêde ya herkesî destûr çend salan ji dema normal zûtir hat dayîn. Ew ne rêkeke qutebir e, jiber ku herkes pir zêde xebitî, destûr çêbû’’ Trump got.

Wî ser destûra FDA, ku bo rewişên awarte hatiye dayîn, dîyar kir ku ew ‘’pêngaveke dîrokî ye’’

Li gor prosedurên dermankirina bi rêka plazma, xwînên kesên bi vîrusa korona ketine û baş bûne dê werin sitandin û ew dê di rewişên awarte de bo pêketîyên din werin karanîn.

Serokê FDA Stephen Hahn da zanîn ku ‘’her çiqas sînordarkirî bin jî’’ wan ser dermankirina bi rêka plazma nîşanên ‘’hêvî’’yan çêdikin, dîtine.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Amerîka pirtir ji 5,7 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 176,808 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Dengê Amerîka

 

 

Amerîka Haberleri

Elon Musk damezirandina 'Partiya Amerîkayê' ragihand
Dengên teqînan li Tehranê hatin bihîstin
Îraq, Qeter, Kuweyt û Behreynê qadên xwe yên asmanî girtin
Li Kanadayê otomobîlekê xwe da nav festîvalê: Gelek mirî û birîndar hene
Trump telefon, komputer û çîpan ji nav lîsta baca gumrikê derxist