Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kir ku ji bo bidawîanîna şerê li dijî DAIŞê ew bi awayekî dizî çûye Îraqê.
Donald Trump li Dohaya paytexta Qeterê li baregeha Udeydê ya Amerîkayê bi leşkerên Amerîkayê re civiya û gotarek pêşkêş kir.
Trump bi kelecaneke mezin ji leşkeran re behsa gereke xwe ya bi dizî ya Îraqê kir.
Trump amaje pê kir ku di xula xwe ya yekem a serokatiyê de, bi serdaneke bi dizî çûbû Îraqê ku bi generalekî welatê xwe re hevdîtinê bike û bibîne bê ka sedema derengmayîna têkbirina DAIŞê çi ye.
Li gorî gotina Trump, ew ji generalên li Washingtonê aciz bûbû û dixwest zanibe bê ka DAIŞ çima bi dawî nabe.
Li gorî gotina Trump generalan jê re gotibû, têkbirina DAIŞê dê 5 salan berdewam bike lê wî generalê Îraqê, soz dabû Trump û jê re diyar kiriye ku ji bo bidawîkirina xîlafeta DAIŞê pêwîstiya wî bi tenê bi 3 hefteyan heye.
Trump ev serpêhatiya xwe wekî mînakeke serfermandariya leşkerî û biryardariyê vegot.
Trump behsa sefera xwe kir û got:
"Min tiştekî wisa kir ku min berê qet nekiribû.
Min got, ez dixwazim biçim Îraqê û dixwazim wan kesan bibînim ku li Îraqê ne ji ber ku dibe ku ew cuda bin."
Trump behsa wê yekê nekir ku di kîjan meh û salê de wî ev serdana xwe pêk aniye lê dawiya sala 2018an, Koşka Spî ragihand ku Trump û hevjîna wî Melania bi minasebeta Sersalê serdana leşkerên Amerîkayê yên li Baregeha Eyn el-Eseda li Enbarê kiribûn.
Wê demê, Koşka Spî wêneyên Trump bi leşkerên welatê wî re belav kiribûn.
Serokê Amerîkayê îro behsa serdana xwe kir û anî ziman:
"Saet 03:00yê danê sibehê ez çûm, tarî bû. Balafira Air Force Oneyê li benda me bû.
Em ber bi Îraqê ve çûn û kesî nizanîbû ku ez diçim."
Trump, hûrgiliyên tedbîrên ewlehiyê yên tund ên di dema serdanê de anîn zimên û got ku ji wî hatibû xwestin ku di dema firina li ser "axa dijmin" de çirayên firokeyê vemirîne û perdeyên pencereyan hatine girtin.
Trump got: "Ez tiştekî nabînim, ti çira tune, ti rêçika firinê nîne. Ez nizanim ew çawa vî karî dikin."
Trump amaje pê kir ku dema gihiştiye baregehê, wî generalek dîtiye ku wî wekî "Reizan Keyn" bi nav dike. "Min got general, ez ji te hez dikim, tu ew kesî ku ez lê digerim."
Divê were gotin ku Trump di vê xula serokatiyê de, ew general kiriye Serokê Hevbeş ê Fermandariya Artêşa Amerîkayê.
Serokê Amerîkayê behsa wê yekê kir ku tiştên generalên li Washingtonê jê re digotin ji ya vî generalî re cuda bûn.
"Dê di 3 hefteyan de xilas bibin"
Trump diyar dike ku generalan li Washingtonê jê re gotine ku ji bo bidawîkirina DAIŞê 4 heta 5 sal ji wan re lazim in lê General Reizan Keyn jê re gotiye:
"Na cenabê min ez di cihekî de nînim ku wisa bêjim cenabê min.
Eger tu desthilateke zêde bidî min ku ez biçim hundir û bi temamî li wan bidim dê nêzîkî di 3 hefteyan de xilas bibin."
Li gorî vegotina Trump, general jê re eşkere kiriye ku stratejiya wê demê ya artêşa Amerîkayê ew bû ku ji baregehên dûr ve êrişî DAIŞê bikin ku ji bo sotemeniya firokeya ne baş bû û bandora êrişên wisa jî kêm bûn.
General Reizan Keyn jê re gotiye, dikarin baregehên hewayî yên hêzên Amerîkayê li welatên derdora Îraq û Sûriyeyê bi kar bînin.
General ji wê nîgeran bûye ku tevgera firokeyên şer welatên din aciz bike lê Trump dibêje:
"Min jê re got, em bi milyaran dolar didin wan, bila ew jî hinekî aciz bibin û kes nizane ku firokeyên me diçin ku derê."
Trump eşkere kir ku piştî fikirîneke kurt li Washingtonê, wî plana general erê kir û wisa domand:
"Min got, 'de here bavo general, dest pê bike.' û wî jî bi temamî lê da û me di demeke gelekî kurt de ji sedî 100 xîlafeta DAIŞê têk bir.
Bi temamî ji ya ku li Washingtonê DC ji aliyê komek bê kêr ve ji min re hatibû gotin."
Ev ne cara yekem e ku Trump behsa vê sefera xwe ya dizî dike.
Piştî serdana xwe ya 26ê Kanûna Pêşîn a 2018an, wî ji medyaya Amerîkayê re gotibû: "Xwezî we bidîta em bi wê firokeyê tarî di nav çiyayan re derbas bûn, perdeyên hemû pencereyan girtîbûn, ti ronahiyek tune bû. Bi temamî tarî bû. Min qet tiştekî weha nedîtibû."
Piştî vê serdana Trump bi 3 mehan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di 23yê Adara 2019an de, bi kontrolkirina bajarokê Baxozê yê li ser sînorê Îraq û Sûriyeyê bidawîbûna xîlafeta DAIŞê hat ragihandin.