Trump: Amerîka neba kurdan nedikarin Sûrîyê jîyan bikin

Di konfiranseke rojnamevanî de li gel serok wezîrên Kanadayê, serokê Amerîkayê Donald Trump, red dike ku Amerîkayê Kurd li Sûrîya tenê hiştibin.

Navenda Nûçeyan- Li gor daxuyanîya Qesra Sipî ku derbarê wê civîna çapemenîyê de, Trump li ser hêlana Kurdan li Sûrîyê û bandorên wê yekê gotîye: Nexêr, Me Kurd nehêlane û Em li gel Kurdan kar dikîn.

Trump ragehand: Me peywendîyeke gelek baş li gel Kurdan Heye û Me dest danîye ser dosyaya petrolê.

Serokê Amerîka aşkera jî kirîye, divîya li hinek cihên din ku em têde bûn, Me her ew kar derbarê petrolê bikirba, ez dikarim navên çar ji wan cihan bînim.

Amaje bi wê yekê jî daye, ku hêzên din dixwaztin petrolê ji Kurdan zeft bikin li Sûrîyê, lê Amerîkayê rêgirî li wê yekê kirîye. Li gor axivtinên serokê Amerîkayê, heger artêşa Amerîkayê ev karê hanê li Sûrîyê nekiriba, Kurdan nedikarî bijîn û bijêwa jîyana xwe peyda bikin

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin