Trump: Amerîka hewla rawestandina şerê Azerbaycan û Ermenîstanê dide

Li ser şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de Donald Trump daxuyaniyek weşand û da zanîn, Amerîka hewla rawestandina pevçûna di navbera her du aliyan de dide.

Donald Trump diyar kir: “Em gelek ji nêz ve çavdêriyê dikin, peywendiyên me yên baş li herêmê hene û em ê binerin bê em karin şer rawestînin an na.”

Di encama şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de, heta niha 16 serbaz û çend welatiyên sivîl can dan. Ev encam, ji sala 2016an ve, şer û pevçûna herî tund a di navbera her du aliyan de ye.

Şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanêde, ji ber çend deverên li ser sînorê her du welatan derket, ku her du welat jî ji mêj ve ew dever weke devera xwe dibînin.

 

Amerîka Haberleri

Serok Barzanî di salvegera Referandumê de: Dengek ji bo dîrokê û bîranînek ji bo nifşan
CENTCOM: Me 5 keştiyên petrolê yên Îranê teqandin
Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên