Trump amade ye hêza serbazî li dijî Tirkîyê bikar bîne

Wezîrê derve yê Emerîkayê ragîhand, heke pêwîst bike, Trump amade ye bijarteya serbazî li dijî Tirkîyê bikar bîne.

Navenda Nûçeyan- Mike Pompeo, wezîrê derve yê Emerîkayê bi kenala CNBC ragihand, ger Tirkiye her şaşîyekê bike, Donald Trump, serokê Emerîkayê, amade ye bijarteya serbazî dijî Tirkîyê bikar bîne.

Li gor rêkkevtina di navbera Emerîka û Tirkîyê de, ku li 18yê vê mehê li Enqere hat wajûkirin, HSD û YPG 32 Km ji Rojavaya Kurdistanê dê vekişe û bo dema 5 rojan jî agirbest hat ragihandin, lê HSDyê ragehandîye ku Tirkîye pabend nebûye bi agirbestê û berdewame li hêriş û topbarankirinê bo ser Rojavaya Kurdistanê.

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir