Tom Barrack: Sûriye û Îsraîlê li ser aramkirina rewşê li hev kir

.

 Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack diyar kir ku berpirsên Sûriye û Îsraîlê di civîneke li Fransayê de li hev kiriye ku rewşê aram bikin.

Civîn piştî aloziyên li parêzgeha Siwêdayê yên di navbera Durziyan û eşîrên Erebên Bedewî de hat kirin ku bû sedema kuştina zêdetirî hezar kesî û êrişên Îsraîlê yên li Şamê.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack şeva pêncşemê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand:

“Ez vê êvarê li Parîsê bi Sûriyeyî û Îsraîliyan re civiyam.

Armanca me gotûbêj û aramkirina rewşê bû û me ev armanc bi cih anî.

Hemû aliyan pêbendbûna xwe ya ji bo berdewamiya van hewldanan ducare kir.”

Çavkaniyeke dîplomatîk a payebilind ji Ajansa France Pressê (AFP) re ragihandibû ku roja pêncşemê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî dê li Parîsê bi wezîrekî Îsraîlî re bicive ku aloziyên dawî yên parêzgeha Siwêdayê gotûbêj bikin.

Ev gotûbêja ku bi navbeynkariya Amerîkayê hat kirin, bû civîna yekem a di asta wezîran de di navbera Îsraîl û hikûmeta nû ya Sûriyeyê de.

Her du welat ji sala 1948an ve di şer de ne û Îsraîl ji sala 1967an ve li Girên Golanê bi cih bûye.

Biryar bû ku ji aliyê Sûriyeyê ve Wezîrê Karên Derve Eshed Şeybanî û ji aliyê Îsraîlê ve Wezîrê Kar û Barên Stratejîk Ron Dermer “mijara başûrê Sûriyeyê” gotûbêj bikin.

Li gorî çavkaniyeke payebilind a dîplomatîk a Fransayê ku roja pêncşemê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî, îro Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot dê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack re civîneke din bike.

Çavkaniyê ji Parîsê ji Rûdawê re got:

“Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack îro û sibe li Parîsê ye.

Sibe wezîr (Jean-Noel Barrot) dê bi wî û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî re bicive da ku pêşhatên dawî yên Sûriyeyê gotûbêj bikin.”

Siyaset Haberleri

Sînem Mihemed: HSD bi roj û şevekê nabe beşek ji artêşa Sûriyeyê
Li cihê ku Peymana Lozanê lê hat îmzekirin komxebatek: ‘Mafê Çarenûsê û Siberoja Kurdan’
Bafil Talebanî: Divê hikûmet beriya hilbijartinên Îraqê were avakirin
Eşîrên Ereb: Yekane garantorê yekîtiya gelê Sûriyeyê HSD ye
Herêma Kurdistanê mazûvaniya 4emîn Konferansa IKAOSê dike