Tirkmenan ji bo posta rêveberiyê rêya Kerkûk-Pirdê girt

.

Hate ragihandin ku alîgirên Eniya Tirkmenan li nehiyeya Pirdê ya Kerkûkê xwepêşandaneke protestoyî li dar xist û rêya sereke Hewlêr û Kerkûkê bo demekê girtin.

Piştre hêzên ewlehiyê rê vekir û ji bo şopandina daxwazên Tirkmenan lijneyek hate avakirin.

Hate zanîn ku Tirkmenan ji bo postên îdarî yên nehiyeya Pirdê ew xwepêşandan kirine ku niha ji tevahiya 17 postan, 12 post di destê Tirkmenan de ne. Lê belê Tirkmen posta rêveberiya giştî ya Pirdê jî dixwazin.

Li gorî çavkaniyan, di demeke ku hilbijartin nêzîk in de, hinek siyasetmedar destê xwe dixin nav van karan û beriya niha jî Tirkmenên Pirdê xwepêyandan kiribûn.

Hêjayî gotinê ye, roja 30ê Hezîranê jî, beşek ji alîgirên Eniya Tirkmenan li dijî danîna rêveberekî Kurd ji bo Şaredariya Pirdê xwepêşandan kiribûn û agir li ser rêya sereke ya Hewlêr-Kerkûkê pêxistibûn.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist