Tirkiyeyê Şêladizê bombebaran kir: Du sivîl hatin kuştin

.

i nahiyeya Şêladizê ya Dihokê di bombebarana Tirkiyeyê de du sivîl hatin kuştin û sivîlek jî birîndar bû.

Temenên wan di navbera 35 û 40 salî de ne û ji gundê Dêwîkê yê Şêladizê ne.

Di vê bombebarana Tirkiyeyê de Seîd Mubarek Dêwîkî û Araz Ferec canê xwe ji dest daye û Salih Mubarek jî birîndar bûye.

Li gorî agahiyên ku xizmên wan dane, ew sivîl ji bo çinîna giyê çûne Çiyayê Girê lê bûne hedefa balafirên Tirkiyeyê.

Li hêla din, CPTyê ragihandibû ku Tirkiyeyê îsal 230 carî êrişî Herêma Kurdistanê kiriye.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist