Tirkiyeyê li ser xwenîşandana Tirkmenan a li Kerkûkê daxuyanî da

.

 Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ragihand ku Tirkiye pêşhatên li navçeya Pirdê ya parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê ji nêzîk ve û bi hestyarî dişopîne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçelî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê bûyerên li Kerkûkê daxuyaniyek belav kir.

Oncu Keçelî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Şaredariya Pirdeyê erkdarkirina birêvebirekî ku ne Tirkmen e bûye sedema nerazî bûnê û hêviya Tirkiyeyê ew e ku nûnertiya Tirkmenan di nava siyaset û dewleta Îraqê de bi layiqî hebe.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçelî got:

“Tayînkirina birêvebirekî ne Tirkmen ji bo Şaredariya Altunkopruyê ya Kerkûkê ku Tirkmen lê pir in bi mafdarî di civaka Tirkmenan de nerehetî û dilşikestin çêkiriye.

Aramî û îstiqrara Kerkûkê ku bi pirrengiya xwe ya etnîkî û olî modeleke biçûk a Îraqê ye ji bo îstiqrara hemû Îraqê girîng e.”

Hinek alîgirên Eniya Tirkmenan 30ê Hezîranê li dijî tayînkirina birêvebirekî Kurd ê li ser Şaredariya Pirdêyê xwenîşandan kir.

Alîgiran daxwaza yek ji Birêvebiriya Polîsan, Şaredarî û Birêveberiya Nahiyeyê dikir.

Piştî nerazîbûnê Birêvebiriya Xwecihî ya Kerkûkê biryar da, ji bo ku careke din belavbûna erkên hemû saziyan di ber çavan re derbas bikin komîsyonek were avakirin.

Birêvebera nû ya Şaredariya Pirdêyê jineke Kurd e û ji taxa Rehîmawayê ya bajarê Kerkûkê ye.

Siyaset Haberleri

Baroyên Bakurê Kurdistanê li ser Rojîn Kabaîşê daxuyaniyeke hevpar da
Hemas: Em çekan danaynin û ewlehiya Xezeyê dê di destê me de be
Dadgeha Îranî ya Kermanşahê 20 sal ceza da çalakvanên dînî
Fûara Pirtûkan ya 9em ya Diyarbekirê destpêkir
Ji dema ketina rêjîma Esed ve 41 goristanên bikomî hatine dîtin