Tirkiyeyê konvoya ku diçû Bendava Tişrînê bombebaran kir: Mirî û birîndar hene

.

 Balafirên şer ên Tirkiyeyê konvoyeke sivîlan a ku diçû Bendava Tişrînê bombebaran kir.

Êrişên çekdarên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê" ya nêzikî Tirkiyeyê yên li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berdewam dikin.

Li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê di navbera HSD û komên çekdar de şer û pevçûnên dijwar derdikevin dikin.

Her wiha Tirkiye jî bi dron, topbaran û balafirên şer jêrxaneyên Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike.

Îro bi hezaran kes ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî wî şerî, bi girseyî ber bi Bendava Tişrînê ve ketin rê.

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî ragihand ku konvoyeke sivîl di rêya çûyîna ber bi Bendava Tişrînê de ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyeyê ve hatine bombebarankirin.

Ferhad Şamî got, “Di encama êrişê de di nav sivîlan şehîd û birîndar hene."

The Turkish occupation warplanes violently bombarded the convoy of civilians from north and eastern Syria, who were heading to the Tishreen Dam, south of Manbij, to demonstrate for stopping the Turkish attacks on the Dam. pic.twitter.com/h6VSxA5S7c

— Farhad Shami (@farhad_shami) January 15, 2025

Bendava Tişrînê

Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ya nêzîkî Tirkiyeyê Şehba û Minbic kontrol kirin û niha dixwazin Bendava Tişrînê jî kontrol bikin lê şervanên HSDyê nahêlin.

Bendava Tişrînê di navbera Minbic û Kobaniyê de ye û di bin desthilata HSDyê de ye.

 Ji sînorên Bakurê Kurdistanê 80 kîlometre dûr e.

Ji sala 1999an ve elektrîka deverên Rojavayê Kurdistanê dabîn dike, bi taybetî sînorên bajarê Kobaniyê, Minbic û gundên derdora wan.

Bendava Tişrînê elektrîka Kobanî, Minbic û gundên derdorê dabîn dike û 100 megawat elektrîk berhem tîne lê berê kapasîteya wê ya giştî 600 megawat e.

Kurdistan Haberleri

Şaredarên Edenê, Antalya û Semsûrê hatin desteserkirin
Li Urmiye hêzên Îranê Wahab Alizadeh girtin û kes nizane heya niha li ku derêye
Hikûmeta Herêma Kurdistanê red kir ku li Hewlêrê êrîş li dijî baregeheke Îsraîlê hatiye kirin
Wezareta Karên Navxwe: Komên girêdayî Heşdî Şebiyê êrişan pêk tînin
Îraq: Li herêmên nakok ti liv û tevgerên neasayî nînin