Tirkîye û Bakurê Kurdistanê- 95 kesên din bi Koronayê mirin

Wezîrê Tendirûstî yê Tirkîyê ragihand ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de li Tirkîye 95 kesên din bi vîrûsa Koronayê mirine û 2 hezar û 357 kes bi wê vîrusê ketine û 3 hezar û 558 kes jî baş bûne.

Navenda Nûçeyan - Ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ser twitterê Wezîrê Tendirûstî yê Tirkîyê Fahrettin Koca, dawîn amarên qurbanî û pêketîyên vîrusa koronaya nû (COVID-19) li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê eşkere kirin.

Fahrettin Koca, di 24 demjimêrên borî de 95 kesên din bi Koronayê koça dawî kirine û vê jî hejmara yên canê xwe ji dest dane gehişte 2 hezar û 900 kesan. Herwiha 2 hezar û 131 kesên din bi Koronayê ketine, 4 hezar û 651 kes baş bûne û 20 hezar û 143 test jî hatine kirin.

Li gor amarên dawî heta niha li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê 2 hezar û 900 kes ji ber Koronayê mriine. 112 hezar û 261 kes bi vîrusa Koronayê ketine, 1 hezar û 736 kes di beşa çavdêrîyê de ne, 33 hezar û 791 kes baş bûne û bi giştî 918 hezar û 885 testên Koronayê hatinekirin.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist