“Tirkiye S-400 aktîv bike, dê bê cezakirin”

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham got, heger Tirkiye mûşekên S-400 aktîv bike, dê rastî sizayên wan were.

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham got, heger Tirkiye mûşekên S-400 aktîv bike, dê rastî sizayên wan were.
Senatorê Amerîkî Lindsey Graham beşdarî kanala “CBS” a Amerîkî bû û got: “Me bihîst ku Serok Trump gotiye Trikirye rastî cezayan nayê, lê heger Tirkiye S-400 aktiv bike, yasayên me dê biryarê bidin.”


Graham da zanîn, Tirkiye hevpeymaniyeke giring ya Amerîkayê û endamê NATOyê ye, lê heger S-400 werin aktivkirin, dê rastî yasayan were û dê ciza jî hebe.


Senatorê Amerîkî dîyar kir, wî beriya niha jî gotiye, ew destûr nadin Tirkiye hem sîstema S-400 a Rûsî û hem jî firokeyên F-35 ên Amerîkî bikirin.


Vê yekê jî diyar kir, Heger Tirkiye sîstema Patriot ji Amerîka bikire, dibe rastî cezayan neyê.


Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan duhî gotibû, ew di nav 10 rojan de mûşekên S-400 dê ji Rûsyayê wergirin. Herwiha got, Serokê Amerîka Donald Tramp di warê wergirtina mûşekên S-400 û firokeyên F-35 de, piştgirîya Tirkiyê dike.

Amerîka Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene