Tirkîye rê li ber şandek serbazî ya Rûsya girt

Tirkîyê rê li ber şandek Rûsyayê girt, ku derbasî projeya av a Elûk a Serêkanîyê bibe.

Rewangeha Sûrîyê ya Mafên Mirovî belav kirîye, dema ku şandek serbazî ya Rûsyayê dixwest derbasî navçeya projeya ava Elûk, ku ava vexwarinê dide Til Temir û Hesekê bibe, serbazên Tirkîyê rê li ber wê şandê girt, û gule bi ser wê re avêtin. Şand a serbazîya Rûsîyê neçarbûn vegere bajarokê Zirgan.

Rewangehê belav jî kirîye, piştî ku ew şand a serbazî ya Rûsyayê vegerîya Zirgan, hemû al ên Rûsyayê ji xalên artêşa Sûrîyê yên hemberî SerêKanîyê anîn xwar.

Roja 3ê vê mehê Artêşa Sûrîyê xalek çavdêrî ya Tirkîyê li Idlibê topbaran kir, di encam de hejmarek serbazên Tirkîyê hatin kuştin û brîndarkirin. Ev yek jî bû sedema alozbûna peywendîyên Tirkîye û Rûsya.

 K24

 

 

Siyaset Haberleri

Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir
Cano Amedî: Yasaya Çarçoveyî ne bo çareseriya pirsa Kurdan e