Tirkîye Pêşnîyara Misirê ya Ser Agirbesta Lîbya Red Dike

Tirkîyê roja Çarşemê pêşnîyara Misrê jibo agirbestekê li Lîbyayê red kir û got ku mebesta vê plane ew e ku Xelîfe Haftar rizgar bike, piştî qilipîna êrîşa jibo kontrolkirina paytext Trablusê.

Navenda Nûçeyan - Misrê banga agirbestekî kir ku roja Duşemê destpê bike di çarçûva însîyatîfa ku jibo serokatîya Libyayê encûmenek hilbijartî hatibû pêşnîyar kirin. Rusya û Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb destek da vê planê belê Almanya dibêje jibo pêvajoya aştîyê danûstandinên bi desteka Neteweyên Yekbûyî (NY) girîng e.

Belê, Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Cavusoglu ev pêşnîyar red kir û her wekî hewildanek ji bo rizgarkirina Haftarî ku di şerî da bezir kirîye nirxand.

"Hewildana agirbestê li Qahîreyê mirî ji dayik bû. Heke agirbestek bihê îmzekirin, divêt ew li cihekê wisa çêbe ku her kesekî bide nav xwe. Me baverî bi agirbesta jibo rizgarkirina Haftarî nîn e û em vê ji dil jî nabînîn," Çavuşoglu gote Hurrîyetê.

Her wiha Cavusoglû got ku Tirkîye dê digel hemû alîyan danûstandinan bidomîne jibo çareserîyekê li Lîbyayê, belê jibo çareserîyeka wisa pêkhatina her du alîyan pêwîst e.

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin