Tirkiyê li ser rêya Qamişlo-Dêrikê wesayitek bombebaran kir

.

 Li Rojavayê Kurdistanê droneke Tirkiyê otomobîlek li ser rêya Qamişlo-Dêrikê bombebaran kir.

Îro Çarşemê 18ê Çileya 2023an balafireke bê firokevan a Artêşa Tirkiyê li ser rêya Qamişlo-Dêrikê otomobîlek kiriye armanc.

Li gor agahiyan, êrîş li nêzîk gundê Maşûqê li rojhilatê bajarê Tirbespiyê hatiye kirin.

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser jî ragihandiye, droneek Tirkiyê li cem rawestgeha “Arî” ya li xaçrêya gundê Maşûqê (7 km li rojhilatê Tirbespiyê) li erebeyekê daye.

Derbarê zirarên êrîşê de ti agahî nehatine bidestxistin.

Nehatiye zanîn ku otomobîla ku hatiye armanckirin ya welatiyên sivîl bûye yan a ser bi Rêveberiya Xweser û hêzên ser bi rêveberiyê ve ye. 

Asayişa Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) heta niha derbarê êrîşê de ti daxuyanî belav nekirine.

KAYNAK: RÛDAW

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye