Tirkîye li Dijî Proja 'EastMed' e

Roja Pêncşemê serokwezîrên Îsraîl, Yunanistan û Qibrisê li Atîna paytext civîyan da ku îmza xwe bavên ser projeya hêlên borîyên gaza xwezayî.

Navenda Nûçeyan- Bi vê projê gaza jêravê li herêma başûrê rojhilatê derya naverast bo parzemîna Ewrupa veguhêzin.

Tirkîye li dijî projê derdikeve. Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkîye Hamît Aksoy daxuyakirin proje ku Tirkîye û bakûrê Qibrisê tune dihesibîne nwê biser nekeve.

"Lo rojhelatê deryaya naverast rêya ekonomîk û bi ewle ya jibo rêya bazarîyê Tirkîye bixwe ye. Lê ji dervehîştina me nîşaneya hin hesabên sîyasî ne. Ev hesabên qirêt wê biser nekeve" got Aksoy.

Hêla borîyên projeya EastMed ku bi dirêjahîya 1900 km (1300 mîl) gaza siroştî ji herêma deryayî wê veguheze Ewrupayê.

Ev proje wê gelek bi kêrî hewcedarîya welatên Yekîtîya Ewrupa ya hêza enerjîyê bê. Ewrupa neha pêdivîyên xwe zêdetir ji Rûsya û herêma Qafqasîya distîne.

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin