Tirkîye hêzên zêdetir dişîne Sûrîyê

Di demekê de ku artêşa Sûrîyê nêzîkê Idlibê bûye û şer û pevçûn berdewam in, artêşa Tirkîyê rojane ‎hêz û çekên giran wek tank û topan vediguhêze ser sînor û nav axa Sûrîyê. Şevê din karwanekî din ê ‎leşkerî bo nav axa Sûrîyê hat şandin.‎

Navenda Nûçeyan - Di van rojên dawî de tevgera leşkerî, bombebaran û şer û pevçûn li Idlibê zêde bûne û hêzên hikûmeta ‎Sûrîyê jî gihiştine nêzîkê Idlibê û 8 xalên çavdêrîyê yên Tirkîyê jî hatine dorpêçkirin.

Şevê din karwanekî ‎leşkerî ku ji tankan pêk dihat û ji bajarên cuda yên Tirkîyê hatibûn şandin gehişte qezaya Îslahîye ya ‎Dîloka Bakurê Kurdistanê.‎

Hat zanîn ku ew tank dê di Derîyê Sînor ê Cîlvegozû re bo nav axa Sûrîyê bên şandin wek piştîvanîyekê ‎bo yekeyên leşkerî yên Tirkîyê li Idlibê û deverên din ku niha di jêr kontrola Tirkîye û grûpên çekdar ên ‎girêdayî wê de ne.‎

Her şevê din artêşa Tirkîyê karwanekî din ê leşkerî şand bajarê Idlibê yê Sûrîyê wek piştîvanîyekê bo ‎xalên çavdêrîyê yên Tirkîyê li wê deverê. Karwanê ku ji rampeyêm mûşekan, tank cebilxane û ‎otomobîlên zirxpoş pêk dihat, gehişte Reyhanlîya Hatayê û di demjimêrên şevê de bo Idlibê hat ‎şandin.

Rûdaw

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist