Tirkiye gundên Efrînê bi dîwaran ji hev cuda dike!

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar gundên Efrînê ji hev qut dikin û bi lêkirina dîwarên bilind pêşiya vegera koçberan digirin!

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re gotiye, çend roj in artêşa Tirkiyê û milîsên wê hejmarek malên welatiyan, dibistan û avahiya şaredariya gundê Cilbirê yê li navçeya Şêrewa ya Efrînê hildiweşînin û li cihê wan dîwarekî çîmento datînin.

Wî jêderî daye zanîn, heta niha bi zelalî nayê zanîn armanca avakirina wî dîwarî li navçeya Şêrewa çi ye û danîna dîwar ji gundê Cilbirê û ber aliyê rojavayê wî gundî berdewam e.

Li gor wî jêderî,  ew dîwar ji aliyekî ve gundên navçeya Şêrewa ji hev cuda dike û ji aliyekî din ve herêma Efrînê ji bakûrê Helebê cuda dike. Herwiha ew dîwar rê li pêş vegera koçberên Efrînê yên ku li navçeyên bakûrê Helebê dimînin jî, digire.

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?