Tirkîyê Gefê li Hêzên Xelîfe Hefter ên Lîbî Dixwe

Tirkîyê roja Yekşemê got ew dê hêzên generalê Lîbî Xelîfe hefter ji xwe re wek armancên rewa bibîne, eger êrîşên wan li dijî berjewendî û erkên wê yên dîplomatîk li Lîbya berdewam bikin.

Navenda Nûçeyan - Tirkîyê li Lîbya piştgirîya Hikûmeta Rêkeftian Niştimanî ya li Trablosa paytex (GNA) dike. Wê rêkeftineke leşkerî bi GNA re îmze kirîye û bû demeke hewl dide êrîşên hêzên Hefter vegerîne.

Tê zanîn ku Rûsya û Misir û Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî piştgirya hêzên Hefter dikin.

Wezareta derve ya Tirkîyê di daxuyanîyekê de got:

"Eger erkên me û berjewendîyên me li lîbya werin armanckirin, em dê hêzên Hefter ji xwe re bikin armancên rewa.”

Daxuyanîya Tirkîyê her wiha Neteweyên Yekgirtî rexne kir ku ti kiryaran li dijî êrîşên Hefter nake.

Wê got:

“Nayê pejirandin ku Neteweyên Yekgirtî li dijî vê komkujîyê bêdeng bimîne.”

Daxuyanîyê got welatên ku piştgirîya leşkerî û sîyasî ya Hefter dikin, ew berpirs in di ber êşkencîya xelkê Lîbî de.

Dengê Amerîka

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin