Tirkiye: “Eger Azerbeycan ji me leşker bixwaze, em ê bê tereddut bişînin”

Tirkiye: “Eger Azerbeycan ji me leşker bixwaze, em ê bê tereddut bişînin”

Cîgirê serokkomarê Tirkiyê Fuaf Oktay tevlî bernameya zindî ya CNN a Tirkiyê bû û got; eger ji Azerbeycanê daxwaza şandina leşker bo Tirkiyê here, wê dudilî nekin û leşker bişînin.

Oktay di weşanê de ragihand ku grûba MİNSK ê dixebite da çaresweriya siyasî di navebra Azerbeycan û Ermenistanê de çênebe. Oktay ragihand ku heya ew tevlî civînan nebin, çareserî çênabe û Tirkiye dixwaze xwe bike terefekî şerê navbera her dû dewletan.

Di mijara tekiliyên bi Rûsyayê re Oktay ragihand ku bi Rûsan re pirsgirêkên Tirkiyê hene lê hinek seha hene ku dikarin bi hevre bixebitin û hemû rêyên têkiliyan vekirîne.

Oktay mijarê biriye ser xeta petrolê, xazê û trênê ku di Tovuz a Azerbeycanê de derbas dibe û bo aboriya Tirkiyê deverekî girînge. Oktay got ku dixwazin hemû xetan ji ser Tirkiyê bibirin.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist