Tirkîye êdî ne 'demokrat' e

Weqfa Bertelsmann a Almanî (BTI), rêzbenda nû ya welatên demokratîk bo sala 2020ê belav kir û li gor rêzbendê êdî Tirkîye wek welatekî demokrasî nayê binavkirin.

Navenda Nûçeyan - Li gor lêkolîna Weqfa Bertelsmann, ji 137 welatan Tirkîye di rêzbenda 77emîn welatên cîhanê de ye û ji rêzbenda welatên demokrasî li wan heye hatîye derxistin.

Herwiha hatîye tekezkirin ku ew dûrketina bilez a Tirkîyê di warê demokrasîyê de piştî serrastkirina destûra Tirkîyê di sala 2017 û destpêkirina qonaxa nû ya sîstema serokatîyê ya Tirkîyê de bûye ku di referandûma 2018an de bi rêjeya ji sedî 51.3 ji sîstema parlamentoyê ber bi sîstema serokatîyê hat guhertin.

Li gor lêkolînê, Tirkîye ji ber cîbicîhkirina otokrasîya eşkere, hemû desthilat di bin destê kesekî de hatine komkirin, parlamento felc bûye, bêhna opozisyonê hatîye çikandin, civak hatîye serkutkirin û dîktatorîyet jî bûye defakto.

Ev lêkolîn du sal carek tê kirin û di warê demokrasîya navxwe, derve û sazîyan de rewşa welatan tê nirxandin.

Li gor vê weqfê, sala 2010ê Tirkîye di rêzbenda 54emîn welat de bû. Sala 2012 daket rêzbenda 57 û 2014ê 63, 2016ê rêzbenda 70, 2018ê rêzbenda 73 û 2020ê jî daket rêzbenda 77emîn welat.

Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye