Tirkîye di warê demokrasîyê de di rêza 110an de ye

Li gor Raporta Endeksa Demokrasîyê ya 2019an, Tirkîye di nav 167 welatan cîhanê de di rêza 110an de ‎ye. Tirkîye maye li pey Nîjerya, Uganda, Zambîya, Lubnan û Sri Lankayê.‎

Navenda Nûçeyan- Kovara The Economist, “Raporta Endeksa Demokrasîyê ya 2019an” belav kir. Di raportê de ku rewşa ‎‎167 welatan hatîye nirxandin Tirkîye wek sala pêştir di rêza 110an de maye lê; puana demokrasîyê ya ‎Tirkîyê ji 4,37an daketîye 4,09ê.‎

Di rêzbendîyê de, krîterên derbarê pêvajoya hilbijartinê, piranîparêzî, birêveçûna hikûmetê, ‎beşdarbûna sîyasî, kultura demokratîk a sîyasî û azadîyên sivîl hatine nirxandin. Di vê rêzbendîyê de ‎welatên 8 û 10 puan wergirtine “demokrasîya tam”, welatên puanên wan di navbera 6 û 8an de ‎‎“demokrasîya biqisur”, yên di navbera 4 û 6an de “demokrasîya hybrid-melez” û welatên di navbera 0 ‎û 2 puan wergirtine wek welatên bi “rejîma otorîter” tên birêvebirin hatine nirxandin.‎

Tirkîye ku di rêza 110an de cih digire bi 4.09 puanan dikeve nav wan welatan ku bi “demokrasîya melez” ‎tên birêvebirin. Tirkîye bi vê rêzbendîyê maye li pey Nîjerya, Uganda, Zambîya, Lubnan û Sri Lankayê‎. Li ‎gor lêkolînê, di warê demokrasîyê de li cîhanê bi giştî paşketin heye.‎

Li gor rêzbendîyê ku di ser 10an re puan hatine dayîn, Norveç (9,87), Îzlanda (9,58), Swêd (9,39), New ‎Zelanda (9,26) û Finlanda (9,25) di rêza pêş de cih digirin. Di pênc rêzên dawî de jî Çad (1,61), Sûrîye ‎‎(1,43), Komara Efrîqaya Navîn (1,32), Komara Demokratîk a Kongoyê (1,13) û Koreya Bakur (1,08) cîh ‎digirin.‎

Rûdaw

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist