Tirkiye di azadiya ragihandinê de di kategoriya "xirab" de ye

.

 Li gor Endeksa Azadiya Ragihandinê ya Cîhanê ya Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF), Tirkiye îsal di nav 180 welatan de di rêza 149emîn de ye û ev tê wateya ku Tirkiye hê jî di kategoriya xirab de ye.

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) rêzbenda xwe ya bi navê Azadiya Ragihandinê ya Cîhanê 2022 eşkere kir.

Tirkiye di rêzbenda Azadiya Ragihandinê ya Cîhanê de sala 2005an di rêza 98an de bû û bi awayekî dijî pêvajoya reformên Yekîtiya Ewropayê tevdigeriya her ku çû paş ket. Di sala 2010ê daket rêza 138, sala 2015an di rêza 149 de bû û herî dawî 2020ê jî di rêza 154an de hatibû nîşandayîn.

Herwiha di raportê de tê gotin ku di 2021ê de ji ber çalakiyên girseyî yên dijî tûndûtîjiya dijî rojnamevanan, destkeftên di lêgerîna mafan de, biryarên erênî ku hinek dadgehan ji ber gûşarên zêde dabûn û kêmbûna girtina rojnamevanan Tirkiye hatiye rêza 149an.

Di raportê de derbarê Tirkiyê de tê gotin ku ligel otorîte û Serokkomariya Recep Tayyip Erdogan ku bi erkên zêde hatiye bi hêzkirin, tûne hesibandina azadiya ragihandinê û midexaleya sîstema darizandinê jî berdewam e. Li gor raportê herçiqas sîstema darizandinê li ser daxwaza Erdogan biryar dane jî lê hinek dadwer li dijî gûşarên zêde bêdeng nemane û dibêje: “Hinek rojnamevan ji lêpirsînên ku kêfî bi hinceta “sivkatîkirina bi serokkomar, endamtî û propagandeya rêxistinê hatibûn kirin azad bûn.”

Li gor amarên Cemiyeta Rojnamevanan a Tirkiyê di sala 2021ê de li Tirkiyê 241 rojnamevan hatine darizandin, 73 rojnamevan hatine desteserkirin, rojnamevanek ku karê weşana radyoyê dikir hatiye kuştin û 115 rojnamevan rûbirûyê êrişên fîzîkî bûne.

Li Tirkiye 65 rojnamevan girtî ne û bi vî awayî li cîhanê piştî Çînê welatê ku herî zêde rojnamevan lê di zindanê de ne Tirkiye ye.

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da