Tirkiye | Deshilatdariya AKP-MHPê yasaya hilbijartinan diguherîne  

.

Deshilatdariya Tirkiyê ya AKP û MHPê beriya hilbijartinên Hezîrana 2023yan, ji bo bikarin deshilatdariya xwe bidomînin di yasaya hilbijartinê de guhertinan pêk tînin. Guhertina yasaya hilbijartinan di demeke ku di encamên rapirsînan de herdu partiyên deshilatdariyê bi rêjeyeke berbiçav dengên xwe kêm dibin ket rojeva Tirkiyê.

Li gorî reşnîvisa hatiye amadekirin û roja 24ê Adara 2021ê ji Serokê AK Partî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re tê şandin û piştre jî heger Serokê MHPê Dewlet Bahçelî jî pesend dike, wê reşnivîs ji Parlamentoya Tirkiyê re bê şandin.

Li gorî medya Tirkiyê, dawiya vê mehê guhertin di yasaya partiyên siyasî de têne kirin ku di wan guhertinan de behsa daxistina benda hilbijartinê ji sedî 10 bo %5 - %7 tê kirin û partî guhertina parlamenteran jî tê astengkirin.

Herwiha di hilbijartinên parlamentoyê de guhertin tê kirin ku li gorî wê guhertinê tê xwestin herêmên teng bên avakirin û her herêmek zêdetirî 7 parlamenteran dernexe.

Hîn rewşa dawî ya van guhertinan ji raya giştî ya Tirkiyê re nehatiye eşkerekirin.


 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist