Tirkiye bi hinceta hebûna PKKê gundên Başûrê Kurdistanê bombebaran kir

Artêşa Tirkiyê bi hinceta hebûna PKKê li nav axa Başûrê Kurdistanê, dest bi operasyona leşkerî kir. Do şev di wê çaçoveyê de, artêşa Tirkî çend gundên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin û di encamê de zirarên maddî çêbûn.

Li gor agahiyan, li gundê Kêste li devera Berwarî Bala ya ser bi sînorê Amediyê ya parêzgeha Duhokê ve, di derengiya şeva borî de, ji aliye balafirên şer ên artêşa Tirkiyê ve hat bombebarankirin. Di encama bombebaranê de, tu zirarên canî negihîşt niştecihên gund, lê camên hejmarek malan şikestin.

Herwiha, artêşa Tirkiyê şeva borî navçeya Serî Zaran a gundê Xelîfanê yê ser bi nahiyeya Sîdekanê ve jî bombebaran kir. Îro Înê jî balafireke bêbalafirvan a Tirkiyê, gundê Bêrkme yê li devera Sîdekanê bombebaran kir û zirarên maddî çêbûn.

Tirkiye bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê li nav axa Başûrê Kurdistanê, bi berdewamî gund û navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê û bilindahiyên li ser sînor, bombebaran dike.

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê