Tirkiye: 6 rojnamegerên naskirî hatin tewqîfkirin

Nivîskarên ’Zaman’ê Şahîn Alpay, Ali Bulac, Ahmet T. Alkan, Nurîye Akman, Lale Kemal û Mustafa Unal bi biryara dadgehê hatin tewqîfkirin.

Bi qerarnameyeka rewşa awarte rojnameya ’Zaman’ hatibû girtin. Nivîskarên ’Zaman’ê  Şahîn Alpay, Ali Bulac, Ahmet T. Alkan, Nurîye Akman, Lale Kemal û Mustafa Unal bi biryara dadgehê hatin tewqîfkirin.

Herweha Dadgeh Berpirsê Giştî yê Zamanê Ekrem Dumanli di gel ku di derheqê wî de kontrola adli hebûye, revîye derveyî welêt di derbarê wî de jî biryara tewqîfê da.

Rojnameya ‘Zaman’ wek rojnameya cemaata Fethullah Gulen dihê zanîn.

Li gor mahkemê sebebê girtina wan ew bûye ku,  ev rojnamegêr di nivîsên xwe de û de parvekirinê hesabên xwe yên medya sosyal de pesnê Gulen dane.

Berîya çend rojan 17 rojnamegerên din jî ku di nav wan de Nazli Ilcak jî hebû ew jî bi biryara dadgehê hatibûn tewqîfkirin.

Wek dihê zanîn di 15ê Tîrmeha 2016ê de Li tirkiyeyê hewildana darbeyekê hatibû kirin û derbe bi serneketibû; serokomar û serokwezîr û wezîrên hukimeta AKPê vê hewildana cûntayê wek hewildaneka cemeta Gulenê ku di nav arteşa Tirkiyê de bi cî bûne bi nav kiribû û 21ê Tîrmehê de li seranserê Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê rewşa awarte hatibû îlankirin.

Siyaset Haberleri

Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye
Pêwendiya telefonî ya Sine û Silêmaniyê: 'Ji bo alîkariyê amade ne'