Tirkiye 58 koçberên Başûrê Kurdistanê dişîne Sûriyê

.

Bi dehan ciwanên Başûrê Kurdistanê di rêya koçberiyê de li Tirkiyê tên desteserkirin, lê wek xelkê Sûrî xwe didin nasandin û Tirkiye jî wan dişîne Sûriyê.

Yek ji wan ciwanên ku niha bo Sûriyê hatine dersînorkirin bi navê Sefîn Sergelûyî ji Rûdawê re got: “Em 58 ciwanên koçber in, em hemû xelkê Başûrê Kurdistanê ne û di çend demên cuda de çûne Tirkiyê daku ji wê derê derbasî Yunan û welatên din ên Erwropayê bibin, lê li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatin desteserkirin.”

Sefîn Sergelûyî dibêje: “Me hemûyan li hev kir ku xwe wek Sûrî binasînin, daku neyên deportkirin, lê Tirkiyê em bo Sûriyê deportkirin û niha li cihekî tend di nav avahiyeke bajarê Ezazê de li bakurê Helebê hatine bicîhkirin.”

Bajarê Ezazê niha di destê hêzên Tirkiyê û çekdarên nêzîkê wî welatî de ye. Sefîn Sergelûyî dibêje: “Em nizanin li bajêr çi dibe, lê ewlehî nebaş e û berdewam dengê teqeyan tê, lewra em nikarin biçin derve jî.” Derbarê xwarin û vexwarinê de jî ew ciwan dibêje: “Hinek pere bi me re hene û dikaneke biçûk nêzîkê me ye, rojane biskiwîtan dixun.”

Temenê ciwanan di navbera 16-30 salî de ye û ji doh Sêşembê ve bo bajarê Ezazê yê Sûriyê hatine veguhestin, ew daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Derve ya Iraqê dikin ku wan rizgar bikin û vegerînin Herêma Kurdistanê.

Sefîn Sergelûyî dibêje: “Me çiqasî hewar kir ku em xelkê Iraq û Herêma Kurdistanê ne, lê hêzên Tirkiyê guhê xwe nedan me.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

PKK: Me kongreya xwe ya 12emîn bi serkeftî li dar xist
SOHR: Ji dema ketina Esed ve 5514 sivîl hatine kuştin
Bijîşkekî Kurd ji bo penceşêra malzarokê dermanek dît
Îraq meaş dide 2300 jinên Kurd ên Êzidî
Amerîkayê li ser kujerê Hevrîn Xelefê daxuyanî da