Tirkîye- 55 kesên din ji ber Koronayê mirine

Wezareta Tendirustîya Tirkîyê êvara roja pêncşemê di daxuyanîyekê de aşkere kir di maweya 24 saetên dawî de 55 kesên bi vîrusa Koronayê mirine û 1.635 kes jî bi wê vîrusê ketine.

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fahrettîn Koca ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ser Twitterê aşkere kir di heyama li Tirkîyê Bakurê Kurdistanê di maweyê 24 saetên dawî de 55 kesên din bi Koronayê ketine û 1,635 kesên din pêketine û 2,315 kes jî baş bûne.

Li gel dawîn amaran, heta niha li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê, 144,749 kes bi vîrusa Koronayê ketine û 4,007 kes mirine.  Herwiha li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê heta niha 104,030 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist