Tirkîye- 47 kesên din bi Koronayê mirin

Wezîrata Tendirustîya Tirkîyê derbarê amarên dawî yên nexweşîya Koronayê li Tirkîyê daxuyanîyek belav kir. Di wê daxuyanîyê de hat aşkere kirin 47 kesên din ji ber Koronayê mirine.

Navenda Nûçeyan - Êvara roja yekşemê 10.05.2020an Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fahrettin Koca ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser twitterê derbarên 24 saetên dawîn yê Koronayê de amarên dawî belav kir. Di wê daxuyanîyê de Koca ragihand 1.542 kesên din bi Koronayê ketine û 47 kes jî bi mirine. Herwiha jimara yên ku ji Kovîd-19ê rehet bûne gihiştîye 92 hezar û 691 kesî. Herwiha jimara mirîyan jî gihiştîye 3.786 kesan.

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin