Tirkîye: 4 serbazên me li Idlibê hatin kuştin

Li herêma Idlib ya Sûrîyê, 4 serbazên Tirkîyê di êrişa artêşa Sûrîyê de hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan- Hêzên rêjîma Sûrîyê li Idlibê pêşde diçin û heta niha gelek bajar û gundên wê parêzgehê xistine destê xwe.

Wezareta berevanîya Tirkîyê ragihandîye, îro danê sibê hêzên rêjîma Sûrîyê baregehên hêzên wan li Idlibê dan ber top û bombeyan.

Li gorî agahîyên wezareta berevanîya Tirkîyê, di encama wê êrişê de 4 serbazên wan hatin kuştin û 9 serbaz jî birîndar bûn ku rewşa yekê giran e.

Wê wezareta Tirkîyê daye zanîn, wan jî bersiva êrişa artêşa Sûrîyê dane û hêzên Sûrîyê topbaran kirine.

Tirkîyê di çarçoveya rêkeftina bi Rûsyayê re, li Idlibê 12 xalên çavdêrîyê danîye.

Erdogan: Me bersiva êrişa Sûrîyê da, 35 serbazên wan hatin kuştin!

Serkomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, wan bersiva êrişa artêşa Sûrîyê dane û “herî kêm” serbazên wan kuştine.

Piştî ku li herêma Idlib ya Sûrîyê komek serbazên Tirkîyê di encama êrişa artêşa Sûrîyê de hatin kuştin û birîndar bûn, Tirkîyê jî bi tundî bersiva rêjîma Sûrîyê da.

Serkomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan li ser wê mijarê ragihand, wan bi tundî bersiva hêzên rêjîma Sûrîyê dane û bi dehan xal û cihên wan li Idlibê dane ber topan.

Erdogan da zanîn, di encama wê êrişa wan de herî kêm 35 serbazên Sûrîyê hatine kuştin.

Serkomarê Tirkîyê anî ziman ku wan ji Rûsyayê re gotine, ev mesela wan û rêjîma Sûrîyê ye û bila pêşîya wan jî negirin.

Erdogan gefa wê yekê jî xwar û ragihand, eger pêwîst bike wê bi firokeyên F-16 jî li hêzên rêjîma Sûrîyê bidin.

 Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da