Berpirsekî serbazî li nahîyeya Batîfa dibêje, eger rêgirî li operasyona Tirkîyê neyê kirin, plana Tirkîyê ew e her sê nahîyeyên Kanî Masî, Batîfa û Derkar bi temamî kontrol bike.
Operasyon, bombebaran û şerê li wê navçeyê niştecihên Batîfa û Derkarê bêzar kirîye û hemwelatîyek jî dîyar dike, ew nikarin biçin gundên xwe û dibêje, “bila herdu alî şerê xwe bibin nav axa xwe.”
Operasyona Tirkîyê ku roja 15an derbas kir, jîyana li 150 gundên sînorî her sê qezayên Zaxo, Amêdîye û Akrê têk daye.
Hemwelatîyekî bi navê Arif Meruf dibêje, “Em daxwazê ji berpirsên hikûmetê dikin ku çarekê ji vî şerî re bibînin. Em daxwazê ji PKKê jî dikin biçin deverên xwe, şerê xwe bibin ser welatê xwe.”
Hemwelatîyê bi navê Subhî Meruf jî dîyar dike, “Kar nîne, kes nîne wan rawestîne, em gelek ditirsin.”
Li gor zanyarîyên îstîxbaretî yên hêzên serbazî, li wan deverên sînorê Zaxo ji sala 1983 ta 14ê Hezîrana 2020, Tirkîyê li 24 cihên stratejîk ên sînorî, li deverên Kanî Masê, Dêraluk û Şêladizê bicih bûye.
Lêbelê tenê di vê operasyona dawîn de Tirkîye bi dêrêjahîya 45 bo 50 û mezinahîya 15 bo 30 kîlometre sînorê nahîya Batîfa derbas kirîye û heta niha li 12 cihan bicih bûye.
Di maweyê 37 salan de 60 gund ketine jêr desthilata artêşa Tirkîyê û plan heye di qonaxa bê de, her sê nahîyeyên Kanî Masê, Batîfa û Derkar û beşek ji nahîyeyên Dêraluk û Şêladizê bikevin bin kontrola Tirkîyê.
Li gor zanyarîyan gerîlayên PKKê di vê operasyonê de çend rûbirûbûn kirine lêbelê her ku diçe serbazên Tirkîyê zêdetir derbasî nav xaka Başûrê Kurdistanê dibin.
Rudaw