Tirkiye- 251 kesên din bi Koronayê mirine

.

Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê ragihand ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de 251 kesên din bi Koronayê mirine.

Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê amarên taybet ên bi Koronayê yên di 24 demjimêrên derbasbûyî de belav kir. Li gor amarên Wezareta Tendirustiyê belav kirine, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 3 hezar û 309 nexweşên nû hatine destnîşankirin û testa 19 hezar û 256 kesan pozîtîv derketiye û 251 kes jî bi Koronayê mirine û 32 hezar û 110 nexweş baş bûne.

Heta niha jimara berketiyên Koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi giştî jî gihîşte 2 milyon û 62 hezar û 960 kesan û hejmara yên baş bûne gihîşte 1 milyon û 866 hezar û 815 kesan. Herwiha 18 hezar û 602 kes jî bi Koronayê mirine.

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin