Tirkiye- 13 kes bi tohmeta heqareta li Erdogan hatin desteserkirin

.

Berpirs û raportên rojnamegerî dan zanîn ku polîsê Tirkiyê di meşên roja Cîhanî ya Jinan de bi sucê ku heqaret li serokê welat R. T. Erdogan hatine kirin 13 kes hatine girtin.

Roja duşemê hezaran jin li navenda Stenbol bi dirêjahiya cadeyê di meşiyan û şîdeta li dij jinê li Tirkiyê û kuştina zêdetirî 400 jinan di sala borî de şermezar kirin. Berovajî salên borî meşa jinan bi aramî bidawî bû.

Lêbelê zêdebarî ku meş bi aştî bidawî bû, lê polîsan li videoyên tomarkirî yên meşê mêze kirin û doh Çatşemê 13 kes girtin, di nav de astengberek heye, li gorî ofîsa walîyê Stebulê kesên girtî di meşê de beşdar bibû û meşvanan "silogan" di gotin, lê behsa horgiliyan nehat kirin.

Rojnama Cimhuriyet û kenalên din yên mediyayî dan zanîn ku gomanbar hatine girtin, bi tawana ku siloganên biçûk xistina Erdogan gortine hatine lêpirsîn kirin.

Heqaretên li serok li Tirkiyê tawane, sizayê wê heta 4 salên mana di zîndanê dane. Heta niha hezaran kes di nav de rojnamevan, siyastevan, akter û xwendekar bi tawana heqareta li Erdogan hatine girtin.

Girtin di wî çaxî de pêkhatin, piştî ku hefteya borî Erdogan soza çaksaziyan dabû di warê mafên mirovan de, di nav de azadiya ramanê.


 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe