Tirkîye- 115 kesên din ji ber Koronayê mirin

Wezîrê Tendirustîya Tirkîyê Fahrettin Koca ragihand 115 nexweşên din ê Koronayê koça dawî kirine.

Navenda Nûçeyan - Ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ser twitterê Koca ragihand li Tirkîyeyê di 24 saetên dawîn de 3 hezar û 116 pêketîyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin. Hejmara pêketîyan gihiştîye 101 hezar û 790 kesî. Herwiha 115 kesên din jî canê xwe ji dest dane, hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê gihiştîye 2 hezar û 491 kesî.

Herwiha Fahrettîn Koca da zanîn di maweya 24 satên dawî de 40 hezar û 962 test hatin kirin. Di vê çarçoveyê de 3 hezar û 116 pêketîyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin.

Bi giştî 791 hezar û 906 test hatin kirin, hejmara pêketîyan 101 hezar û 790 kes e. Heta nuha 2 hezar û 491 kes mirine. Hejmara nexweşên di beşa nexweşîya giran de 1816 kes e, yên entube jî 982 kes in.Bi giştî 18 hezar û 491 nexweş baş bûne

Koca di berdewamîyê jî de got: "Rewşa me ya îro ji ya duh çêtir e. Me bi giştî 791 hezar û 906 test kirin û em hatin vê astê ev ne bi tesadufî ye. Pişkinîna her yek ji teşxîskirîyan ya hat kirin yan jî berdewam e. Ji bo encaman piştevanîya bi tedbîran şert e. Hêzê bidine me."

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist