Tirkîya rêgirîyê ji pilaneke NATOyê dike

Tirkîya red dike wajûyê bike li ser pilana rêkxistîya NATO (rêkxistîy peymana etlesî)yê bo paraztina welatên Baltîk û Polendayê; heya ku NATO hêzên Yekîne ya Paraztina Gel (YPG) bi terorist nenase.

Navenda Nûçeyan- Li gor nûçeyeke Ajansa Royterzê, NATO nêzîke li wajûkirina rêkkevtinekê bo paraztina Rojhelata Ewrûpa, lê Tirkîya red dike weku endameke NATO wajûyê li ser wê rêkkevtinê bike heya ku rêkxistîya NATO navê YPGyê nexe di nav lîsta terorê de.

Çend welatên Ewrûpayê daxwaz ji NATOyê kirin e ku bo xwe paraztinê ji metirsîyên Rûsîya, NATO pereyên zêdetir bo wan xerc bike çunkû wan belgeh hene ku Mosko bûye gef li ser wan.

Bo evê mebestê jî, NATOyê pilanek amade kirîye, lê cîbicîkirina wê pêwîstî bi wajûya endamên wê rêkxistîyê heye.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist