“Tirk, Amerika wekî dijmin dibînin”

Zaningeha Kadir Has a Tirkiye, girêdayî – Siyaseta Tirkiye ya derve û Sekna Raya Giştî – 2019, rapirsiyek li 26 bajaran lidar xist. Di rapirsiyê de pirs ji 1 hezar kesan hatine kirin û encamên balkêş derketin e.

Kadir Has a Tirkiye, girêdayî – Siyaseta Tirkiye ya derve û Sekna Raya Giştî – 2019, rapirsiyek li 26 bajaran lidar xist. Di rapirsiyê de pirs ji 1 hezar kesan hatine kirin û encamên balkêş derketin e.
Ligor rapirsiyê ji sedî 87,4 nûçeyên xwe bi rêya TV werdigrin.


Ligor kesên beşdar Serokomarê Tirkiye di siyaseta derve de herî bibandor e. Ji sedî 72,2 di wê baweriyê de ne, ku Serokomar bandore li siyaseta derve ya Tirkiye dike.


Ligor beşdarên rapirsiyê: Ji sedî 81,3 Amerika dijminê yekem ê Tirkiye ye. Piştî wê bi rêz: ji sedî 70,8 Israîl, ji sedî 65 Fransa, ji sedî 62,8 Ingilistan û Yunanistan û ji sedî 61,2 Ermenistan tên.


Ligor rapirsiyê, daxwaza Tirkan a hevkariyek berferehtir ligel ji sedî 44,5 Azaerbaycan û ji sedî 41,2 Komarên Tirkî heye.


Liser pirsa – metirsiya perçebûnê heye? Ji sedî 64,1 endamên AK Parti dibêjin – Na! Herweha ji sedî 59,4 endamên HDP, ji sedî 49,8 endamên CHP, ji sedî 44,3 endamên MHP – bawer nakin, ku Tirkiye perçe dibe…
 
 
C.B
 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin