Tîma iKurdê dê beşdarî Şampiyoniya Cîhanî ya PUBGyê bibe

.

 - Tîma PUBGyê ya iKurdê piştî serkeftinên xwe yên li Rojhilata Navîn dê beşdarî Şampiyoniya Cîhanî ya li Ozbekistanê bibe.

Lîstikvanên tîma iKurdê ji bo beşdariya pêşbirkên fînalê gihiştin Taşkenta paytexta Ozbekistanê.

Lîstikvanên bi şiyan ên ku ji bajarên cuda hatine ba hev, 7ê Nîsanê gihiştin Taşkentê û dest bi amadekariyan kirin.

Şampiyoniya Cîhanî ya PUBGyê îro dest pê dike û tîmên herî baş ên cîhanê dê li hev kom bibin.

Di turnuvayê de bi tevahî 409 hezar dolarên Amerîkî xelat dê were dayîn û lîstikvanan global jî ji nêzîk ve dişopînin.

Tîma iKurdê ji birêvebir Adem Rizgar (Akrê), serokê tîmê Kawan Receb (Akrê) û lîstikvan Elîko (Zaxo), Elî (Hewlêr), Ejî (Soran) û Hîwa Kelarî (Kelar) pêk tê.

Tîma iKurdê sala 2023yan jî beşdarî turnuvayeke navneteweyî ya li Erebistana Siûdî bûbû.

Birêvebirê tîmê Elî Samî ji Rûdawê re got:

“Çûyîna tîma me ya Ozbekistanê bi temamî bi saya şiyanên lîstikvanên me bû.

Me ti piştgirî ji saziyan wernegirtin.”

Kurdistan Haberleri

Yasir Silêman: Pêkanîna Peymana 10’ê Adarê di nava çend rojên bê de dest pê dike
IFJ: Di 2025an de 128 rojnamevan hatine kuştin
Trump li ser xwenîşandanan gef li Îranê xwar
Kongireya netewên Îrana Federal, piştevanî li nerizayatiyên xelkê kir
Tirkiye: Şertê serkeftina pêvajoya aştiyê bicihanîna peymana 10ê Adarê ye