Tîma Amerîka lîsteyek pêşkeşî Şera kir: Kurdan û hemû pêkhateyan biparêze

.

 Cîgira Serokê Amerîka ya Karûbarên Rojhilata Navîn Morgan Ortagus, ragihad ku tîma serokê Amerîka ya li Siûdiyê ji serokê Sûriyê yê qonaxa veguhêz Ehmed El-Şera xwestiye Kurdan û hemû pêkhateyan li Sûriyê biparêze.

Morgan Ortagus di hevdîtina taybet a li gel kanala LBC ya Lubnanî de got, Ehmed Şera li hember daxwazên Amerîkayê nerm bû.

Herwiha Ortagus got ku wan lîsteya daxwazên xwe pêşkêşî Şera kiriye bi taybetî parastina pêkhateyan weke Xiristiyan, Kurd, Durzî, Elewî û hemû pêkhateyan din.

Morgan Ortagus diyar kir ku Amerîka bi tenê parastina wan pêkhateyan naxwaze, lê dixwaze ku ew di hikûmeta Sûrîyê de jî beşdar bin.

Ortagus da zanîn: “Pêşketina Sûriyê bi rêya aştiyê ye, ne bi rêya şer li gel cîranan weke Îsraîl an Lubnanê”.

Siyaset Haberleri

CENTCOM: Ji bilî şerê dijî Îranê tu vebijarkek nîne
Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê
Lavrov gef li Yekîtiya Ewropayê xwar: Hedefan em ê diyar bikin
Hêzên Îranê li kolberê Kurd bi guleyên rasterast kuşt
Rêyên alternatîf ên Tengava Hurmizê: Îraq berê xwe diguherîne