Tifaqa Weletperwer û Demokrat li Amedê Jenosîda Helebçeyê Bibîr anî

Tifaqa Weletperwer û Demokrat îro (17.03.2019) li Amedê Jenosîda Helebçeyê bibîr anî.

Bibîranîna Jenosîda Helebçeyê li buroya hilbijartinê ya Tesîsler a Amedê ya Tifaqa Weletperwer û Demokrat bi awayekî girseyî li dar ket.

Telewîzyonên Kurdî jî eleqeyeke baş nîşanî birbîranîna Helebçeyê dan.

Gelek sîyasetmedaren Kurd jî beşdarî bibîranînê bûn.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Celal Yildiz axaftina destpêkê kir.Paşê beşdaran ji bo şehîdên Kurdistanê yek deqîqe rêz girtin.

Piştî rêz girtinê slayteke di derbarê jenosîda Helebçeyê hate pêşandan.Paşê Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek û namzedê serbixwe yê Amedê Sait Aydoğmuş, li ser navê Tifaqa Weletperwer û Demokrat, di derbarê jenosîda Helebçeyê axaftin.

Civîna bibîranîna jenosîda Helebçeyê bi beşdarîya girsyeke berbiçav , balê kişand.

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir