TIFAQA WELATPERWER Û DEMOKRAT SERDANA ROJNAMEYA EKSPRESÊ KIR

Îro 5ê Adarê, Tifaqa Welatperwer û Demokrat, bi çerçoweya xebatên hilbijartinê çû serdana Rojnameya Ekspresê û digel Gerînendeyê Weşanê yê Ekspresê Ercan Akarî civiyan.

Di şandeyê de digel Namzeyê Serbixwe yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Saît Aydogmuş, yê Yenîşehrê Ramazan Kahramaner, yê Peyasê A. Zekî Ekîncî û yê Rezanê Hîdayet Fîdanî, Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel û Endamên KBNyên PAKê Mustafa Kalhan û Nezîhe Karahan jî hebûn.

Bayram Bozyel, pêşî li ser girîngî û hewcedarîya vê Tifaqê sekinî û rexne li herdu partiyên HDP û AKPê kir û got şaşîyên AKPê nayê wateya mafdariya HDPê û AKP jî bi temamî xwe radestî MHPê kirîye.

Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Saît Aydogmuş jî got; partîyên dewletê û HDPyê bi heman şêwazê, bi redkirina piralîtîyê tifaq kir. Bi ti awayî tifaqên bi vî rengî nehatine domandin. Di dirûşma me da, pêkvejîyaneka demokratîk heye. Sîyaseta me li dijî înkar û jiholêrakirinê ye.

Gerînendeyê Weşanê yê Rojnameya Ekspresê Ercan Akar jî ji Tifaqa Wlatperwer û Demokrat re got, herdu partî jî hewl didin ku hevdu reş bikin û wisa pê de çû:

“Dengê we, yê ji wan herduyan cihêtir e, ji ber vê jî girîng e. Ez li dijî vê me ku ên mezin, hwel didin ên piçûkan tune bikin. Em nizanin bi hev re tevbigerin. Bes berovajî, di qada demokrasiye de beyî ku hev tüne bikin, em dikarin bihêztir bibin.”

Siyaset Haberleri

Bîst û yek dîplomatên ku ji rejîma Esed reviyabûn, vegerandin ser karên wan
Berê Kurdistana Sûriyê daxuyaniya Mihemed Senkerî şermezar dike
Nûnerê Trump bi Kurdî peyam da: Peymana Îraq û Tirkiyeyê pêngaveke berbiçav e
Neteweyên Yekbûyî: Em çavdêriya hilbijartinên Îraqê nakin, tenê alîkariyê dikin
Tirkiye ji ber sizayên li ser Rûsyayê berê xwe dide petrola Îraqê