TIFAQA WELATPERWER Û DEMOKRAT SERDANA ODEYA DIKANDAR Û ZINAETKARAN KIR

Li Amedê, Tifaqa Welatperwer û Demokrat îro bi çerçoweya xebatên hilbijartinê serdana Odeya Dikandar û Zinaetkaran kir.

Namzetên Serbixwe yên Amedê yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat îro bi çerçoveya xebatên hilbijartinê çû serdana Odeya Dikandar û Zinaetkaran a Amedê.

Di şandeyê da digel Namzetê Serbixwe yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Saît Aydogmuş, yê Peyasê Zekî Ekîncî, yê Rezanê Hîdayet Fîdan û Yenîşehrê Ramazan Kahramaner, Cîgirê Serokê PSKê Hasan Dagtekîn û Endamên KBNyê yên PAKê Nezîhe Karahan û M. Alî Yilmaz jî pê re bûn.

Di hevdîtinê da Saît Aydogmuş behsa projeyên xwe kir û ragihand ku pirrengîya ku di salên 70yî da hebûn aniha nîne û got em bi ser nekevin jî çima ku vê pirrengîyê cardin li sîyaseta kurdî zêde kiriye, em kêfxweş in.

Hasan Dagtekîn jî behsa armanca vê Tifaqê kir û got em yekrengîya sîyasetê qebûl nakin ku zirarê dide me.

Serokê Odeya Dikandar û Zinaetkaran a Amedê Alîcan Ebedînoglu jî anî zimên ku sîyaseta xendekan zirarê gihandîye me û partiya ku îdia dike kurdan bi tena serê xwe temsîl dike, ne xwedîyê helwesteke demokratîk e û gelê kurd zirarê ji vê sîyasetê dîtiye. Herwiha Ebedînoglu got ne xendek, ne qeyyûm, xelk van herduyan jî heq nake. 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist