Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Sanayîya Mezin bû

Bi çerçoweya xebatên hilbijartinê, Namzetên Serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat, li Qosera navçeya Mêrdînê,li Sanayî ya Mezin belavok belav kirin xwe bi esnafan dane naskirin.

Namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ên Mêrdînê û Qoserê Abdulkadîr Demîr û Şeyhmûs Ünal, roja 21.03.2019 li Qosera navçeya Mêrdînê, li Sanayî ya Mezin  li gel endamên Komîsyona Hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat a Mêrdînê û rêvebir û endamên PAK û PSKyê û hinek sîyasetmedarên Kurd, belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat li dikandaran  belav kirin.

Esnafên Sanayî ya Mezin ya Qoserê eleqeyeke germ nîşanî Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist