Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Qoserê dengekî mezin veda

Bi çerçoweya xebatên hilbijartinê, Namzetên Serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat, li Qosera navçeya Mêrdînê, belavok belav kirin.

Namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ên Mêrdînê û Qoserê Abdulkadîr Demîr û Şeyhmûs Ünal, îro (19.03.2019) li Qosera navçeya Mêrdînê li gel Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, Berdevkê PDK Bakur Hamit Kiliçaslan, endamên Komîsyona Hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat a Mêrdînê û rêvebir û endamên PAK û PSKyê û hinek sîyasetmedarên Kurd, belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat li dikandaran û xelkê bi awayekî girseyî belav kirin.

Di dema belavkirina belavokan de, ji otomobîla hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat jî marş û stranên Kurdî li nav bajêr de belav dibûn.

Li nav caddeyên herî qalabalix û li Meydana Azadîyê de di wexteke ku ji 2 saetan zêdetir de bi hezaran belavok hatin belavkirin. Gel û esnafên Qoserê peşwazîyeke germ nîşanî namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.

Bi salane ku ji derveyî HDP û partiyên weke wê tu hêzên sîyasî çalakîyeke bi vî rengî di nav gel de nekarîbû.

Belavkirina belavokan bi awayekî girseyî û peywendîyên yekser bi gelê Qoserê re, hêvî û heyecana netewî, niştimanî geştir kir.

Siyaset Haberleri

Omêd Xoşnaw: Projeya ava Hewlêrê yek ji projeyên herî dîrokî ye
Mesrûr Barzanî: Em amade nînin dest ji mafên xwe yên destûrî berdin
Îran bi welatên Ewropî re dest bi danûstandinên nukleerî dike
SOHR: Komek ciwan li Şamê ji ber axaftina bi Kurdî hatin desteserkirin
ENQERE - Di protestoya Komkujiya Sirûcê de gelek kes hatin desteserkirin