Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Mêrdînê buroya xwe ya hilbijartinê bi girseyî vekir

Tifaqa Welatperwer û Demokrat roja 10.03.2019an Mêrdînê buroya xwe ya hilbijartinê bi beşdarîyeke girseyî vekir.

Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Namzetê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat yê Mêrdînê Abdulkadir Demir, yê Qoserê Şeyhmus Unal, gelek sîyasetvanên Kurdistanî, rêvebir, endam û alîgirên PAK û PSKyê, beşdarî vekirina buroya Tifaqa Welatperwer û Demokrat a Mêrdinê bûn.

Berîya vekirina buroyê Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Alaattin Aras kurte axaftinek kir û axaftvan teqdîm kir.

Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Namzetê serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat yê Mêrdînê Abdulkadir Demir, yê Qoserê Şeyhmus Unal, Serokê Teşkîlata Mêrdinê ya PAKê Bedran Acar di derbarê armanc, girîngî û rola Tifaqa Welatperwer û Demokrat de axaftin.

Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, sîyasetvanê Kurd Hamit Kılıçaslan, namzetê serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat yê Mêrdînê Abdulkadir Demir, yê Qoserê Şeyhmus Ünal, pêkve qurdele birîn û buro vekirin.

Piştî vekirina buroyê Mêrdînê, Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik , namzedên Tifaqa Welatperwer û Demokrat yên Mêrdîn û Qoserê, li gel rêvebir û endamên PAK û PSKyê û gelek sîyasetvanên Kurd , li Bazara Qedîm a Mêrdînê nêzîkî 2 saetan 2000 belavokên Tifaqa Welatperwer û Demokrat li dikandaran û li gelê Mêrdînê yê li sûka Mêrdinê bûn belav kirin. Gel û esnafan pêşewazîyeke germ li namzedên Tifaqa Welatperwer û Demokrat kirin.

Vekirina buroya Tifaqa Welatperwer û Demokrat a Mêrdînê û belav kirina belavokan a li nav Bajarê Mêrdînê bi coş û heyecana xwe hêvîdar bû.

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin